۱۳۹۵/۰۸/۱۵


Rûsiyê nivîsîngeha rêxistina Lêborîna Navdewletî di Moskoyê de daxist

Rûsiyê nivîsîngeha rêxistina Lêborîna Navdewletî di Moskoyê de daxist

Kurdistanmedia: Desthilatdarên Rûsiyayê,nivîsîngeha rêxistina Lêborîna Navdewletî daxist,ji ber vê ku ew saziya Mosko bi berdewamî bi pinpêkirina mafê mirovan tometbar dike, di dema encam dayîna êrîşên esmanî yên li ser Sûriyê de.
Her çend hikûmeta xwecihî ya Moskoyê ragihandiye,ku bi sebeba nedayîna kirêya vê nivîsîngehê, ev nivîsîngeh hatiye daxistin,ku berê jî çend caran bi nivîsên fermî, ji ber paşdexistina kirêya nivîsîngehê, hişyarî dabûne nivîsîngehê.

Di dema ku karmendeke wî nivîsengehê diçe ber deriyê nivîsengehê, dibîne ku derî hatiye daxistin, û berqa wê jî hatiye qetkirin.

Con Dalhuyîzin,rêveberê wê rêxistiê dibêje, “Ev bûyere bê mînak e, û heyanî niha tu agadariyek di derbarê wê rêxistinê de, bi me nehatiye ragehandin”.

Herwiha dibêje: “Me hemû belgename hene, ku me hemû mehan kirê daye”. 

Hêjayî basê ye ku Rûsiye bi sedema binpêkirina mafê mirovan, nekarî vê care di civîna Civata Giştî ya NY de bibe endam, di civata mafê mirovan de. Lewra renge vê yekê, Rûsiye êşandibe, û anîbe ser vê baweriyê ku nivîsîngeha vê saziyê dabixe.