Karkerên “Aq Dere” ku şelaq xwaribûn, niha jî bêkar in

Kurdistanmedia: Piştî vê ku karkerên “Aq Dere” şelaq xwarin, û vê yekê dengvedaneke zaf di ragehandinên giştî de li pey xwe hebû, biryar bû ku ew vegerin ser karê xwe, lê niha jî bêkar mane.
Li gora nûçegihaniyan, ew karkerên kangeha “Aq Dere” ya şaristana Tikabê, ku li ser bingeha dozvekirina xwediyê kar li dijî wan, derbên şelaqan tab kirin, û vê yekê civaka kedkarî hejand, û ew cezakirin jî bi sedema birêvebirina meşeke nerazîbûnê ji aliyê wan kedkaran ve bû, niha jî bêkar mane.
Herçend ku hukmê girtina wan piştre hate hiloşandin, lê hem bêkar mana wan, û hem jî li ser kar vêdenebirina birêveberê giştî ê îdareya kar, civaka kedkarî êşandiye.
Husên Hebîbî çalakê kedkarî ku bi mehan e, rewşa kedkarên “Aq Dere” dişopîne, derheq vegerandina wan kedkaran bo ser kar dibêje: “ Li ser bingeha biryara heyeta çareserkirina kêşeyan ya îdareya “Kar” wan kedkaran mafê vê heye ku vegerin ser kar, û heqdestê wan çend mehan bêkarmanê jî wergirin, lê xwediyê kar gotiye wan, em ne karkeran dixwazin, ne jî pere didin”.
Kedkarên şelaq xwarî û bêkar ên Tikabê dibêjin, di kangehekê (me’idenekê) de ku 240 kes kar dikin, em pênc kesê cezakirî bêkar in, û ciyê me tuneye, û niha em nikarin koçberî bajarên dine jî bin bo karkirinê.