Dikan û bazara dîrokî a bajarê Urmiyê, ji ber sedema îzogama ne yasayî şevitîn

Kurdistanmedia: Roja borî Sêşemiyê bazara tarîxî a bajarê Urmiyê heyanî çend se’etan agir girt, û gellek ziyana madî gehande xwediyê dukanan.
Li gor nûçeyên ku ji bajarê Urmiyê ve gihîştine malpera Kurdistanmedia, xwediyê dikanan dibêjin ku, sebeba şevitîna bazarê îzogama ne yasayî bûye.
Di halekê de îzogamkirina ne yasayî ziyanê dide cihên dîrokî, ku bi salan e karnas pêdagiriyê li serîzogama yasayî dikin, lê dîsan jî ew yeke li ber çav nehatiye girtin, û di encam de, îzogama ne yasayî bûye sebeba şevitîna bazara dîrokî ya bajarê Urmiyê.
Şadî Qoşçî,berpirsê agirvemirandina bajarê Urmiyê, ragihandiye ku ev bûyera di cihê ku helebî tê de çê dikirin, û ji ber sebeba rabûna bayekî xurt rû daye.
Di encama şevitîna bazara dîrokî ya bajarê Urmiyê, heyanî niha kesekê jiyana xwe ji dest daye, û çend kes jî birîndar bûne,û zerer gihîştandiye çend cihên cuda yên wî bajarî.