Îran: Di danûstanên tevî Ewrûpayê de, rakirina cezaya “Îdam”ê hêla me ya Sor e

Kurdistanmedia: Endamê Heyeta Danûstankar ya rejîma Îslamî ya Îranê digel Ewrûpayê ragehand ku, “Di danûstanên digel Awrûpayê de, rakirina cezaya Îdamê hêla me ya “Sor” e û em tu carî cezaya îdamê di yasayên xwe yên cezakirinê de dernaxin.
“Mecîd Text Rewançî” di hevpeyvîna xwe ya digel nawenda nûçegihaniya Îlnayê de, roja Înê berwarê 11’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, di bersiva pirsyarekê li dor danûstanên rejîma Îranê digel “YE” seba mijara mafê mirovan de îlan kir ku, “Me bi YE’ê re jî gotiye ku, me di hinek zemîneyan de hêlên xwe yên Sor hene, bo mînak dema basa mijara îdamê dikin, em dibêjin ku me di yasayên xwe yên cezakirinê de cezaya îdamê heye, û em bi tu awayî nikarin vê cezayê di yasayên xwe de derbixin”.
Mecîd Text Rewnçî herweha di doma hevpeyvîna xwe de bas ji alîkarînekirina bankên mezin yên Ewrûpayî digel rejîma Îranê kir û ragehand ku, “Me niha jî pirsgirêka bankên mezin yên Ewrûpayê heye, bankên ku bi sedema zext û gîwaşên Amerîka û Rojavayîyan bi dirêjahiya salên ku dorpêç liser Îranê bûn, tevî Îranê kar nedikirin, niha bûne sedema pêkhatina rewşa niha û alîkarînekirina bankên mezin.
Navbirî di beşek din ya gortinên xwe de got ku, eva ku hinek bankên mezin yên Awrûpayê bi sedema zext û gîwaşên berê niha jî nekarin hevkariya Îranê bikin, bi vê wateyê tê ku lihevkirina “Bercam”ê bi başî nahê birêvebirin û eva jî kêmasiyeke ku me bi Amerîkiyan re gortiye.