UNESEF: 385 milyon zarok di bin hejariya tund de dijîn

Kurdistanmedia: Li ser bingeha lêkolînên nû ên Sindûqa Zarokên NY (UNESEF) û banka cîhanî, di cîhanê de, nêzî 385 milyon zarok di rewşa hejariya tund de dijîn.
Di rapora ku vê saziyê di roja 4’ê Octoberê de belav kiriye, hatiye ku piraniya van zarokan di başûra çolistana Afrîqayê, û herwisa di başûra Asyayê û bi taybetî di Hindê de dijîn.
Li ser vê bingehê di sala 2013’an de, ji her pênc zarokan, yek ji wan di welatên di halê vegeşînê de, bi awayekî navgîn, bi 1.70 EURO’yî dijîn. Lê kesên temenê wan zêdetir bi nîva vî pereyî dijîn.
UNESEF’ê bo amadekirina vê raporê ji serjimêriya wan welatan mifah wergirtiye ku li ser hev %83 nifûsa cîhanê pêk tînin.