Projeyasaya rakirina cezayê îdamê di meclisa Îranê de ye

Kurdistanmedia: 150 nûnerên meclisa rejîma Îranê projeyasaya rakirina cezayê îdamê bo qaçaxçiyên madeyên hişber radestî heyeta serokatiya meclisa rejîmê kirine.
Hesen Newrozî berdevkê Komîsyona Qezayî û Hiqûqî a Meclisa Rejîma Îranê roja Sêşemiyê ew nûçeya piştrast kir, û ragehand ku 100 nûnerên meclisê ew projeyasaya îmze kirine.
Navbirî herwisa got: “Ew pirojeyasa wan tawanbaran bi xwe ve nagre, ku wekî bandên çekdar kar dikin û qaçaxçiyên mezin ên madeyên hişber in”.
Mijara rakirina derkirin û birêvebirina hukmê îdamê bo tohmetbarên dosyeyên madeyên muxedir çend salek e ku di Îranê de dikeve ber behsê, lê di van hefteyên dawiyê de ew behs germtir bûye.
Lê çend roj berî niha, Sadiq Amiliyê Larîcanî serokê dezgeha dadwerî, ew mijara rakirina cezayê îdamê ret kiribû.
Dijberên hukmê îdamê li ser vê baweriyê ne ku cîbicîkirina cezayê îdamê nekariye ku qaçaxçiyan ji karê xwe poşman bike, û tenê bûye sedema vê ku rûçikê Komara Îslamiya Îranê di cîhanê de lekedar be.
Di sala 2014’an de, saziyên xeyrî dewletî ên ku di biyavê mafê mirovan de kar dikin, daxwaz ji Îdareya Xebata li Dijî madeyên Hişber a ser bi NY kirin ku alîkariyên xwe ên malî bi Îranê ragirin, heya wê demê ku rejîma Îranê neçar dibe ku cezayê îdamê rake.