۱۳۹۵/۰۸/۰۶


Tirkiyê gefa êrîşa bejahî li ser xaka Îraqê kir

Tirkiyê gefa êrîşa bejahî li ser xaka Îraqê kir

Kurdistanmedia: Tirkiyê gef xwar ku hekî Enqere hest bi vê bike ku guherînkariyên Îraqê gefek in li ser Tirkiyê, wê bi awayê bejahî têkevin nava xaka Îraqê de.
Li gora nûçegihaniya Royterzê, Mewlûd Çavûşoxlo di hevpeyvîneke televîzyonî de ew mijar bas kir, û êrîş ser PKK’ê jî kir. 

Navbirî ragehand ku em qebûl nakin ku dijberên me xaka bakûra Îraqê-Herêma Kurdistanê- bi kar bînin bona ku çalakiyan li dijî me bikin. 

Kempa “Be’şîqe” li nêzî bajarê Mûsilê ew cih e ku arteşa Tirkiyê tê de perwerdehiya leşkerî dide girûpên Sunî û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê. Lê hikûmeta Îraqê daxwaza derketina arteşa Tirkiyê ji xaka Îraqê dike. 

Wezîrê Karê Derve ê Tirkiyê, pêdagirî kiriye, ku ewê di nava xaka Îraqê de bimînin, û hekî ewlehiya wan bikeve metirsiyê de, ew ê hemû hewlên xwe bi kar bînin, daku ji riya êrîşa erdî ve xwe biparêzin. 

Rejîma Îranê jî ku bixwe ji hemû welatan zêdetir mafê detsêwerdana di nava xaka Îraqê de dide xwe, ragehandiye ku pêdagiriya Tirkiyê li ser mana di nava Îraqê de, û beşdariya di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, gellekî metirsîdar e.