۱۳۹۵/۰۸/۰۶


Rayedarên rejîmê li ser şandina pasdaran bo Sûriyê pêdagirî dikin

Rayedarên rejîmê li ser şandina pasdaran bo Sûriyê pêdagirî dikin

Kurdistanmedia: Mihemed Elî Ce’ferî yek ji serkirdeyên Spaha Pasdaran ku di merasma kuştiyên şerê Sûriyê de qise kiribû, dîsan li ser pêwîstiya şandina hêzê bona Sûriyê pêdagirî kir, û kuştina xelkê bêberevan yê wî welatî wekî “Parastina Wilayet û Şoreş”ê û “Parastina şoreşa xwe di derveyî sînorên Îranê” bi nav kir.
Wî rû li hêzên xwe ên ku morala xwe ji dest dane got: “Divê em berferehkirina vê eniyê erka li ser milên xwe bizanin. Parastina şoreşa Îsalmî di derveyî sînoran, serkeftineke gellek mezin e ku nabe nesîbê her kesî”. 

Herwiaha navbirî tevî îşarekirina bi gordanên nû ji kirêgirtiyên xwe, ku bona derbazbûyîna bo aliyê Sûriyê hatine amade kirin got: “Di Tehranê de muhendisên baş bona berfirehkirina cebheyê ava bûne, ku di gişt welat de em bona berfirehkirina wê kar dikin”.

Derbazkirina pasdaran û milîşîn kirêgirtî, û rijandina bi milyardan Dolarî sermayeya xelkê Îranê di şerê Sûriyê de, nekariye kirîza Sûriyê çareser bike, belkû roj bi rojê ew kirîz kûrtir kiriye, û xelkekî zêdetir bi taybetî zarokan canê xwe ji dest dane.