۱۳۹۵/۰۸/۰۴


Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xwest ku dema agirbestê di Yemenê de were nûkirin

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xwest ku dema agirbestê di Yemenê de were nûkirin

Kurdistanmedia: Îsma’îl Weled El -Şêx Ehmed şandaiyê taybet ê rêxistina Neteweyên Yekgirtî,di Yemenê de, li konfiransekê de xwest, ku dema agirbestê di wî welatî de were nûkirin. Navbirî ji Yemeniya xwest, ku 5 rojên din jî, dema agirbestê di Yemenê de nû bikin, û ji bona bidawîanîna pevçûnan gotûbêja siyasî bikin.
Lihevkirina li ser agirbesta ku bi armanca gihîştandina harîkariyên mirovî bona xelkê Yemenê di destpêka roja Sêşemiya derbazbûyî de hatibû bicihanîn, roja Yekşemiyê 22’yê Octoberê bidawî bû.

Hejmarek ji fermandeyên ertêşa neteweyî ya Yemenê îlan kirine, ku wan bona berjewendiyên welatê xwe, û bona parastina canê Yemeniyan, heyanî niha di beranberî pinpêkirina kûdetageran de, ji xwe tu bertek nîşan nedane.

Roja derbazbûyî Husiyan, êrîşek berfireh, birine ser hêzên berxadanê yên di navçeya Bakurê Rojava ya “Mîdî”, lê belê ev êrîşe rastî berxwedaniya xelkê tê, û şikestê dixwe.

Navenda agahîdayîna hêzên çekdar bi piştrastkirina vê nûçeyê, îlan kirin ku, Husî tenê di vê êrîşê de bin neketine, belkû di êrîşa hêzên çekdar de, binkeyên girîng di vê navçeyê de ji dest dane.

Navenda agahiya ertêşa neteweyî di daxuyaniyekê de dibêje ku: “Di vê êrîşa Husiyan de, 13 kes ji hêzên vê girûpê hatine kuştin”.