۱۳۹۵/۰۸/۰۴


Operasyona rizgarkirina Mûsilê berdewam e

Operasyona rizgarkirina Mûsilê berdewam e

Kurdistanmedia: Operasiyona rizgarkirina Mûsilê berdewam dike, û çavê welatên derdorê jî berî her tiştî li ser bidestxistina berjewendiyan e. 
Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê ragihand, li Mêhwera Başîkê Hêzên Pêşmerge 8 gund dorpêç kirine û 11 wesayitên bombekirî yên DAÎŞ’ê jî teqandin.
Di daxuyaniyê de amaje bi operasyona Hêza Pêşmerge li Mêhwera Başîkê hatiye kirin û tê gotin, hêzên Pêşmerge karîne armancên sereke yên operasyonên bi dest bixin, û 8 gundên deverê bi rûbereke zêdetir ji 100 kîlometreyan dorpêç bikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Hêzên Pêşmerge bi armanca kêmkirina liv û tevgera çekdarên DAÎŞ’ê û rêgirtin ji gihîştina hêza piştevaniyê bi wan, devereke berfireh li nêzîkî Mûsilê kontrol kirine, û niha Hêzên Pêşmerge tenê 9 kîlometreya ji bajarê Mûsilê ne.”

Piştî destpêkirina operasyona Mûsilê û beşdariya bihêz a Hêza Pêşmerge di vê operasyonê de, ji bo piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge, li ser torên civakî kampîneke berfireh dest pê kir.

Kampîn bi navnîşana Supas Pêşmege bi rê ve diçe, û hatiye ragihandin, ku armanca vê kampînê piştevanîkirin li pêşmergeyên xwebexş û Hêzên Pêşmerge ye, ku li dijî terorê û rêxistina DAÎŞ’ê têkoşînê dikin.

Ji aliyekî din ve roja borî Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana serokê Herêma Kurdistanê kir, û li ser şerê Mûsilê û şêweya hevahengîkirina bi hev re bona derbelêdana li DAÎŞ’ê axivîn. 

Îran yek ji wan welatan e ku di vî şerî de, li pey berjewendiyên xwe digere, û ji riya kes û aliyên girêdayî bi xwe ve, destêwerdana di nav karûbarên Îraqê de dike. 

Ew destêwerdanên rejîma Îranê bê guman di pirsa Mûsilê de li dijî berjewendiyên Kurdan dibe.