Polîsê hêza Întizamî: Me tu kolber nekuştine

Kurdistanmedia: Se’îd Montezir El-Mêhdî, tevî îşare kirina bi medyayên Rojavayî a li ser kuştina hejmarek ji kolberan di sînoên Rojavayê welat de, dibêje: “Piropagandaya kuştina hejmarek ji kolberan, di sînorên Rojavayê welat de, ji aliyê medyayên derve de derev e”.
Wî got: “Ev nûçeyên derev di halekê de têne weşandin, ku hewlên me bona birêkxistinkirina kolberan di çarçoveyên yasayî de, nîşana girîngdana me bi xelkê hejar û civakê ye”.
Herwiha berdevkê “NACA” got: “Bê guman medyayên derve bizanebûn qaçaxçiyan wekî kolber bi nav dikin, û hewla nearamkirina sînorên me didin. Ew qaçaxçî, ew kes in ku madeyên teqînê û madeyên hişber tînin nav welat, û ji vê riyê ve qazanceke zaf ya madî dest wan dikeve”.
Montezir El-Mêhdî dibêje: “Bê guman polîsên me di hemberî derbazbûyîna veşartî û ne yasayî a her takekesekî, û şikandina ewlehiya sînorên welat, bê deng nabe, û wê bi tundî berbirûyê wan kes û aliyan bibe”.
Rejîma îranê bi vê nûçeyê dixweze wan rastiyîn derbarê kuştina rasterast a kolberan, û xelkê feqîr derev derxîne, ku eva di halekê de ye, ku salê bi dehan kolberî li ser sînorên vî welatî ji aliyê wan ve têne kuştin.