Di Tehranê de hêzên ewlekariyê êrîşî ser xelkê nerazî kirin

Kurdistanmedia: Hejmarek ji alîgirên Mihemed Elî Tahirî seba vê ku girtiyê bi navê Mihemed Elî Tahirî di gireva birçîbûnê de ye, û ew agehdarî rewşa wî nînin, dest bi meşeke nerazîbûnê kirin.
Li gora nûçegihaniyan, hejmareke zaf ji neraziyan rastî lêdanê hatin, ku di nava wan de jineke pêgiran jî hebû.
Roja borî 27.mîn roja gireva birçîbûnê ya Mihemed Elî Tahirî, û pêncemîn roja meşa nerazîbûnê ya alîgirên Tahirî bû, ku hejmara wan gihabû 3 hezar kesî.
Di vê meşa nerazîbûnê de, di demekê de hêzên ewlekariyê êrîşî ser xelkê nerazî kirin, ku wî xelkê nerazî, qevdên gulan dabûne destê hêzên ewlekariyê, da ku bêjin em daxwazkarê agehdarbûna ji rewşa Tahirî ne, û armanca me pêkanîna aloziyan nîne.