Îraq: Tirkiye serweriya xaka me binpê dike

Kurdistanmedia: Îraqê daxwaz ji konseya Ewlekariyê kiriye, ku li ser binpêkirina serweriya xaka Îraqê bilez civîneke neasayî li dar bixin.
Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Îraqê de hatiye: “Me daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kiriye ku bilez civînê pêk bînin, û gotûbêjê bikin li ser destêwerdana Tirkiyê di nava karûbarên navxweyî ê Îraqê de”.
Herdu welatan balyozên xwe bang kirine û hişdarî dane hevdu, û parlementoya Tirkiyê jî çend rojan berî niha mafê operasyona li Sûriye û Îraqê de bo saleke din jî da arteşa Tirkiyê.
Beşek ji vê oprasyonê li dijî DAÎŞ’ê hatiye ragehandin, lê beşeke din ya wê li dijî hêzên Kurdî ên dijberî Tirkiyê ye di Sûriye û Îraqê de.
Di Îraqê de jî hêzên wan li nêzî Mûsilê ne, û radigehînin ku ew li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, û alîkariya hêza pêşmerge dikin.
Di Îraqê de hinek girûpên çekdar hene, ku ji aliyê Îranê ve têne piştevanîkirin, û Qasim Silêmanî fermandê hêza terorîstî ya Quds çavdêriyê bi ser kar û kiryarên wan girûpên Şî’e de dike, lê hikûmeta Îraqê bi awayekî fermî ew wekî Tirkiyê rexne nekirine, lê eva di demekê de ye, ku destêwerdana rejîma Îranê di Îraqê de di berjewendiya xelkê Îraqê de nîne, û tenê di berjewendiya Îranê bi xwe de ye.
Tirkiyê jî ragehandiye ku dibe lihevkirina siyasî li ser êrîşa li ser Mûsilê û pêşeroja siyasî ya Mûsilê hebe, bona vê ku piştre kêşeyên metirsîdar nehêne pêş.
Lê Îbadî ew boçûna Tirkiyê bi tundî rexne kir, û ragehand ku ew bi wan boçûna hinek aliyan li dijî me tûj dikin, û şerekî herêmî saz dikin.