Husiyan mûşekeke balistîk, avêtin Mekê

Kurdistanmedia: Pedafenda hevayî ya hevalbenda Erebî, mûşekek Balistîk ku Husiyan avêtibû Mekê, di 65 km Mekê de hingavtin.
Hevalbendiya Erebî ragehand ku ew mûşeka ku ji bajarê Se’d ya Yemenê ve avêtibûn Mekê, bi bêy vê ku armanca xwe bipêke, xistin xwarê.
Hevalbendiyê zêde kir, ku balafirên wan, ew herêma ku mûşek tê de hatibû avêtin, kirin armanc û xistin xwarê.
Bi awayekî hevdem balafirên şer ên hevalbendiya Erebî tevî êrîşa li ser binkeyên milîşên Husiyan di herêmên li ser sînorê Erebistanê, ew der bi giranî bombebaran kirin.
Balafirên şer ên hevalbendiya Eerebî hinek êrîş kirin ser stargehên milîşên Husiyan li eniya “Nehm”, û binkeyên di navçeya Benî Heşîş, li derdora paytext de.
Herwisa balafirên wan, balafirgeha leşkerî û binkeya pedafenda hevayî li “El-hedîde” û enbarên çek û teqemeniyan li herêma “Bacil” li bakura rojhilata wî bajarî de bi giranî bombebaran kirin.
Hêjayî basê ye ku rejîma Îranê, berdewam piştgiriyê dide Husiyan, û her di vê derheqê de berpirsyarekî hêza deryayî ya Amerîkayê duh ragehand di sala borî de, aliyê kêm çar barhilgirên çekên rejîma Îranê, ku ji bo milîşên Husî ên Yemenê hatibûn şandin, dest bi ser de hatin girtin.
Lê belê berpirsyarên rejîma Îranê dibêjin ku piştgiriya wan ji Husiyan tenê siyasî ye, û ew daxwazkarê pêkanîna agirbesê di Yemenê de ne.