۱۳۹۵/۰۸/۰۸


Berpirsyarekî rejîma Îranê, bas ji rewşa xirab ya Belûçistanê dike

Berpirsyarekî rejîma Îranê, bas ji rewşa xirab ya Belûçistanê dike

Kurdistanmedia: Wezîrê Navxwe yê dewleta Rûhanî, di îtirafeke ecêb de, bas ji vê kiriye, ku herî kêm 250 hezar kes ji xelkê derdora Zahidanê, bi îmkanat û şert û mercên sed sal berî niha jiyanê dikin. 
Li gora raporên ku belav bûne, Ebdulriza Rehmanî di civînekê de got: “Li nêzî Zahidanê cihek heye ku 250 hezar kes bi standard, û asta jiyanê, û rewşa 100 sal berî niha jiyanê dikin. 

Ji aliyekî din ve, Mêhdî Tebatebayî, alîkarê warê tendurustiyê yê zanistgeha “zanistên pizişkî” a Zahidanê ragehandiye ku, Sîstan û Belûçistan yek ji wan sê parêzgehên Îranê ye, ku di warê rewşa xwarinê de, di rewşeke nebaş de ye, û nêzî yek li ser pênc a zarokên bin 5 saliyê, berbirûyê kêşeyên wekî lawazî, kêşa kêm, û bejnkurtiyê bûne. 

Îtirafkirina rayedarên rejîma Îranê bixwe nîşan dide ku, wan tu girîngiyek nedane xelkê vê parêzgehê, û xelkê Belûçistanê di rewşeke pirr xirap de dijîn. 

Girîngînedana rejîmê bi vê parêzgehê, li ber vê ye ku xelkê wir hem Sunî ne, û hem jî Belûç in, û daxwaza mafê xwe yê neteweyî dikin. 

Lê her daxwazeke akinciyên vê parêzgehê ji aliyê rejîma Îranê ve rastî serkutkirinê tê. Ew kiryar û siyasetên rejîma Îranê bûye sedem ku di vê herêmê de partî û rêkxirawên tundrev bêne avakirin, û bi tundî berbirûyê hêzên rejîmê bibin. Lê rejîma Îranê bona xapandina bîr û raya giştî, wan aliyên mafxwaz û netewyeî wekî qaçaxçî bi nav dike.