Heyeteke PDKÎ beşdarî di rêûresma sersaxiyê ya mamosta Hêdî de kir

Kurdistanmedia: Rêûresma sersaxiyê ya mamosta Hêdî bi amadebûna malbat û kesûkarê navbirî, edîb, nivîskar, nûnerên part û aliyên siyasî ên Başûra Kurdistanê bi rê ve çû.
Roja Şemiyê demjimêr 4’ê piştînîvro 29’ê Çiriya Pêşîn, heyeteke Deftera Siyasî ya PDKÎ li Hewlêrê, bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî, endamê Komîteya Navendî û nûnerê PDKÎ, beşdarî di rêûresma sersaxiyê ya Xalid Hisamî naskirî bi “Hêdî” helbestvanê naskirî ê Kurd de kir.
Di vê rêûresmê de, ku di mizgevta Celîl Xeyat a bajarê Hewlêrê de, bi amadebûna malbat û kes û karê navbirî bi rê ve çû, beşeke berçav ji edîban û nivîskar û nûnerên partî û aliyên siyasî ên Başûr û Rojhilata Kurdistanê amade bûn.
Heyeta PDKÎ sersaxî gotin malbat û kes û karê mamosta Hêdî.
Mamosta Hêdî di sala 1927’an li gundê Şêxall a navçeya Mukiryan a Kurdistana Rojhilat de ji dayîk bûye, û serdema zarokatî û nûciwaniyê di vî gundî de jiyan kiriye, û li jêr çavdêriya bavê xwe de xwendiye.
Piştî derbazkirina dewreya xwendinê û gihîştina bi serdema ciwaniyê, ku hevdem bûye digel çalakiya Komeleya (j-k) û piştre avakirina Komara Kurdistanê (1946)’an, dibe pêşmerge û di heman demê de, dest bi nivîsandina komeke helbestên nîştimanî dike, ku di kovarên wê serdemê de belav dibin.
Beşek ji helbestên mamosta Hêdî di dîwanekê de, bi navê “karwanê xeyal” hatine çap û belavkirin. “Awêney Şikaw” ji komeke bîreweriyan bi pênûsa Hêdiyê helbestvan pêk hatiye, herwisa navbirî “Kurd û Kurdistan”a Vasîlî Nîkîtîn” wergerandiye ser zimanê Kurdî.