Şêvirmendê Salih Musilm: Em ji nêzîkbûnên Şam û Enqerê nîgeran in

Kurdistanmedia: Şêvirmendê Hevserokê PYD , ‘’Sîhanok Dîbo’’ nîgeraniya xwe li hember nêzîkatî û lihevhatinên Sûriyê û Dewleta Tirkiyê nîşan da û ew nizîkatî li arasteya dijberîkirina bi kurdên Rojava re zanî.
Dîbo daye zanîn ku kurdên Rojava ku hevalbendên herî girîng ên Amerîka li şerê dijî Daişê de bûn, niha hest bi qurbanîkirina xwe li lîstikek navneteweyî de dikin. Ji ber ku niha Amerîka destekê dide desttêwerdanên Tirkiyê li bakûra Sûriyê ku serbarê şerê li dijî Daişê, xwaziyarê paşdekişyana hêzên kurdî ne.
Amerîka herweha daxwaz ji hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li jêr serperestiya YPG’ê de ne û li meha derbasbûyî de bajarê Munbicê ji destê Daişê rizgar kirin, dike ku jib o rojhilata çemê Firatê paşve vekişin.
Dîbo herweha dide zanîn ku xala nizîkbûna dewleta Esed û Tirkiyê, pirsa kurd e û dixwazin pêşî ji pêkhatina her statûyek kurdî li Rojava de bigrin.
Bi heman awayî, tê xuyakirin ku Rûsiya jî pişt ji kurdên rojava kiribe, û li vê derheqê de rojnameya Îndîpendêt li ser guhertina helwesta Rûsiya ji kurdên Rojava daye zanîn ku ‘’Rûsiya tenê ji ber dujminatiya bi Tirkiyê re destek dida kurdên Rojava û niha ku bi Tirkiyê re li hev hatiye, tu hewcehiyek bi wan nine.