Serkeftina keça kurd ya Êzîdî, Nadiye Murad Şanazî ye

Kurdistan Media: Komîsyona Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê derheq hilbijartina keça kurd ya Êzîdî weke balyoza niyetpakiyê ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî, di daxuyaniyekê de vê şanaziya mezin û serkeftinê pîroz dike.
Rêxistina NY, roja înê, 16’ê Îlona 2016’an, keça kurd ya rizgarbûyî ji destê Daiş’ê, weke balyoza vê rêxistinê bi navê balyoza niyetpakiyê diyarî kir.
Nadiye Murad, yek ji van kurdên Êzîdî ye ku piştî êrîşa Daiş’ê bo ser bajarê Şengalê kete destê vê rêxistina terorîstî û weke kole û deskewta şerê dijî mirovî hat hesibandin û bi awayek dijî mirovî û hovane reftar bi wê û jinên din re hat kirin.
Nadiye Murad yek ji van qîzan bû ku ji destê van hovan rizgar bû û piştî rizgarbûna xwe jî, bûye dengê van jin û keçên zulmlêkirî û nehişt ku wijdana cîhanî li hember mafxwarina van keç û jinan de bêdeng bimîne. Li encama van hewl û xebatên Nadiye Murad’ê û bona nîşandana rêz û rûmeta NY li hember van û hestkirina bi azar û felaketên jinên kurd û bi taybetî kurdên Êzîdî de, Nadiye Murad weke balyoza niyetpakiyê ya rêxistina NY hate diyar kirin û navhatî herweha berbijara xelata Aştiyê ya Nobel’ê ye.
Ji Komîsyona Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve tevî pîrozbahî ji Nadiye Muradê, ku weke balyoza mezintirîn rêxistina cîhanî û li rastî de jî weke balyoza beşa herî zaf ya neteweyên cîhanê hatiye diyarîkirin, em hêviya serkeftinên zêdetir jêre dixwazin û hêvîxwaz in ku xelata Aştiyê ya Nobelê jî bidest bixe. Herweha em hêvî dikin ku li xebat û tekoşînên xwe de berdewam û tekezê li ser mafê jinên kurd ên Êzîdî û hemû jinên mafxwarî ên kurd bike.
Herweha em hêvî dikin ku, Nadiye Muradê çawa rûyê reş ê daiş’ê di cîhanê de reştir kir, bi hewl û xebat û piştewaniya hemûyan û bi taybetî jinên kurd li Kurdistana Rojhilatê de jî bikare rûyê hov û rastîn ê Daiş’a Wîlayeta Feqîh jî li cîhanê de rîswatir bike.
Em dubare pîrozbahiyê ji hemû jinên kurd û bi taybetî jinên kurd ên Êzîdî û keça jêhatî û bivêr Nadiye Murad dikin bona bidestxistina vê cî û pêgeha jêhatî û cîhanî.
Azadî û bexteweriya civakê, li yeksaniya rastîn de ye
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Komîsyona Ragihandin
18’ê Îlona 2016’an (28’ê Xermanana 1395’an)