Rejîma Îranê herêmê ber bi karesatê ve dikişîne

Kurdistanmedia: Wezîrê karê derve yê Îmaretên Yekbûyî yên Erebî ragehandiye ku, rejîma Îranê ewlehiya herêma Rojhilata Navîn lewaz dike û, ji dema vajûkirina lihevkirina etomî di sala derbabûyî de heya niha, tu derfetek bona lewazkirina ewlehiya herêmê jidest nedaye.
Şêx Ebdullah Bin Za’id ê wezîrê karê derve yê Îmaretên Yekbûyî yên Erebî di gotara xwe de, ku roja 24’ê Îlonê di Civata Giştî ya NY de pêşkêş kir ragehand ku, rejîma Îranê niha jî herêmê bi siyasetên xwe ber bi karesatê ve dikişîne û bi eşkere serweriya welatên din binpê dike.
Wezîrê karê derve yê Îmaretên Yekbûyî yên Erebî herweha tekez kir ku, Tehran bi Eşkere dest dixe nava karûbarên welatên din de û tewahiya ev siyasetên Îranê jî, di vegeşandina agirê girjî û aloziyan di herêmên de, rolekî bi bandor dilîzin.
Şêx Ebdullah Bin Za’id herweha eşkere kir ku, rejîma Tehranê serbarê perepêdana pirograma xwe ya Mûşekî, bi gotinên handerane û destêverdanên xwe û herweha piştevaniya ji girûpên çekdar, ewlehiya herêmê lewz dike.
Eva di demekî de ye jî ku, hevdem welatê Yemenê bi fermî 5 belgenameyên selimanî bo Şêvra Ewlekariyê ya ser bi NY şandine ku, diselimînin rejîma Îslamî ya Îranê bi Fermî di warê siyasî û aborî û leşkirî û piştevaniya ji terorîsmê û herweha di warê hiquqî de, dest xistiye nava karûbarên navxwe yê Yemenê de.