Di 6 rojan de balafirên Sûriye û Rûsiyê 650 sivîl kirin qurbanî

Kurdistanmedia: Di encama êrîşên hovane yên bakafirên şer ên Beşar Esed û Rûsiyê bo ser bajarê Helebê, di 6 rojên derbazbûyî de 323 kesên sivîl canê xwe jidest dan û herweha 334 kes jî birîndar ketine.
Di çend rojên derbazbûyî de balafirên Artêşa Beşar Esed û Rûsiyê êrîşên xwe b ser opozisyonê li derdora bajarê Helebê zêde kirine.
Hatiye ragehandin ku balafirên şer yên Sûriye û Rûsiyê bi bombeyên xoşeyî û bombeyên agirîn êrîş birine ser taxên Bostan El-Qesr, Meşhed, Kilse, Baştakîn, Ensarî, Qatraçî, Bab El-Nîrab, Madî, Tariq El-Bab, Sihor, Merce, Kerem Hemûd, şêx Xedîr, Sokarî, Şe’ar, Moyîsîr û Miskînê linava bajarê Helebê.
Ev bombebaran han bi bomneyên agirîn bûye sedem ku “Ban Kî Mon” ê serokê rêkxistina NY bê ser xet û seba bikaranîna bombeyên agirîn û çeper şikên li bajarê Helebê, hoşdarî bide herdu welatên Rûsye û Beşar Esed.
Her di vê derheqê de Riyaz El-Hesen jî ragehand ku, êrîşên han diçin xaneya cînayetên şer û bi eşkere biryarnameyên navnetewî binpê dike.
Hevdem serokê Têkiliyên Derve yê Şêvra Netwî ya Sûeiyê jî ragehand ku, cîhan li kuştara xelkê Sûriyê li Helebê dinêre.