Rejîma Îranê bi darê zorê xelkê dikişîne aliyê xwe

Kurdistan Media: Berpirsên Besîc ên rejîma Îranê li bajarê Bokanê de, bi darê zorê xelkê dikişînin aliyê rêxistina besîc.
Li gorî nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistan Media, li doma hewl û xebatên rejîma dagîrker ji bo helandin û dujminatî kirina bi neteweya kurd li Kurdistana Rojhilatê de, berpirsên rêxistina Besîc û Sipaha terorîstî ya pastaranê bi zorî xelkê dikişînin nav rêxistina Besîc de.
Nûçegihanê malpera Kurdistan Media li vê derheqê de ragihand ku: berpirsên van du rêxistinên terorîstî ji xelkê re ragihandine ku her kes bibe besîc, dê ji maf û îmtiyazên weke damezrandina zarokên wan piştî qedandina xwendinê û kêmkirina midehê serbaziyê bi mifah be.
Rejîma dagîrker a Îranê ji destpêka hatine ser kar a xwe de, bi awayekî sîstematîk û bi derew û çewaşekariyan ve xelk bo aliyê xwe radikişand û endametiya li besîcê de, ji bo sîxorîkirina bo rejîmê dide van.
Besîc yan heman rêxistina ‘’Besîc a Mustezi’fîn’’ yek ji 5 hêzên sipaha terorîstî ya Pastaran û yek ji girîngtirîn baskên rejîma Îranê ye ku erkê rakişandin, perwerde, rêxistin û bikaranîna xelkê li stû de ye û ev hêza mîlîşiyayî li arasteya berjewendî û parastina rejîma Îranê de dixebite.
Hêza han zêdetir wekî hêzek tepeserkar kar dike û li 5’ê sermaweza 1358’an de ji aliyê Xumênî ve hatiye damezrandin.