Dewleta Tirkiyê 28 serok şaredariyên kurd dûr xistin

Kurdistan Media: Dewleta Tirkiyê biryar da ku 28 serok şaredariyên kurd ku bi dengê sedan hezar kesî hatine hilbijratin, ji kar dûr bixe û kesên ser bi partiya desthilatdar li şûna wan de cihgîr bike.
Wezareta hundur ya Tirkiyê bi tometa pêwendiya van serok şarevaniyan bi partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê û tevgera Gûlen re, biyara dûrxistina wan daye ku piranî ji partiya HDP’ê, ku sêyem partiya li nav Tirkiyê de ye.
Silêyman Soylo, Wezîrê Hundur yê Tirkiyê li vê derheqê de ragihand ku ‘’li gor rewşa awarte ya Tirkiyê û bi tometa hevkarî û peywendiyên bi PKK û tevgera Xizmetê (Gûlen) re, me 28 serok şarevanî ji kar avêtin û kesên din li şûna wan de cihgir kirin’’.
Piştî girtina endam û alîgirên Tevgera Gûlen, niha dewleta Tirkiyê dest bi girtina çalakvanên kurd û derxistina serok şarevaniyên kurd kiriye ku bi dengê rastîn ên gel weke serok şarevanî hatine hilbijartin.
Li vê derheqê de, Sebahet Tûncel a Parlemantara HDP’ê ragihand ku ‘’şaredaiyên me dorpêç kirine, dixwazin bi darê hevalên me der bixin, eva kûdeta ye, lewma em ew vê biryara hikûmeta Tirkiyê bi fermî nas nakin û ret dikin’’.
Wê parlemantera HDP’ê herweha da zanîn: ‘’madam hûn îdea dikin ku şarevanî xizmeta xelkê nakin û hêj du sal jî maye bo hilbijartinan, lê çima hilbijartinan li dar naxin. Li rastî de ji ber wê ku xelkê deng bi partiya desthilatdar neda, li du salên derbasbûyî de bi awayê herî tund em ketine ber zilm û zordariyan’’.
Dewleta Tirkiyê piştî kûdetaya sernegirtî ya li wî welatî de sê meh rewşa awarte ragihand û kete daxistina nawend, weqf, nexweşxane, civat û herweha teswiyekirina leşker û karmendên girêdayî tevgera Gûlen û niha jî dor gihaye kurdan û 14 hezar mamosta û dehan serok şarevanî jî ji kar dûr xistin.