۱۳۹۵/۰۶/۱۷


Du mamostayên sunî meseb ên Belûç ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve hatin girtin

Du mamostayên sunî meseb ên Belûç ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve hatin girtin

Kurdistanmedia: Di bajarê Nurmaşîr a ser bi parêzgeha Kirmanê de 2 mamostayên olî ên Belûç ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin.
Li gorî kempîna Çalakvanên Belûç, roja Duşemî 5’ê Îlona 2016’an, li bajarê Nurmaşîr a girêday parêzgeha Kirmanê, hêzên Ewlekarî yên rejîma Îslamî a Îranê, êrîş birine ser qutabxwaneya olî ya ‘’Mihemediye” û du mamostayên olî yên belûç bi navên Molewî Ubeydula Şîkhî û Molewî Emîn Şîkhî dest bi ser kirin.

Li dor girtina wan du mamostayan heya niha tu zaniyariyek li ber dest nine, lê di van salên derbazbûyî de, mamostayên olî ên sunî meseb ketine bin zext û givaşan û kar û çalakiyên wan têne bertengkirin.

Bajarê Nurmaşîr li başûra parêzgeha Kirmanê de hilketiye û hevsînor e di gel Belûçistanê, ku piraniya xulyaqeta wê, belûç û sune meseb in.