۱۳۹۵/۰۶/۱۷


8 parlemantarên HDP’ê bi zorê dibin ber dadgehê

8 parlemantarên HDP’ê bi zorê dibin ber dadgehê

Kurdistan Media: Dozgerê giştî yê Amedê li ser dosyeya KCK’ê, biryar da ku 8 parlemanterên HDP’ê bi zorê bibin ber mehkemê. 
Her ku diçe riyên siyasetê û azadî li Tirkiyê de ji kurdan re bertengtir dibin û pêvajoya girtin û binçavkirinan berdewam e. 

Li vê derheqê de dozgerê giştî biryar da ku 8 parlemantarên HDP’ê bi darê zorê li ser dosyeya KCK’ê dadgehî bikin. 

Ev biryara dozger, her yek ji Osman Baydemir, Ehmed Yildirim, Besîme Gonca, Nadir Yildirim, Elîcan Onlu, Çaglar Demirel û Dîrayet Taşdemir digre û wê polîs bi ser van de bigre û bi zorê bibe ber mehkemeyê.