Xelîfê DAÎŞ’ê, edebiyata deshelatdarên Îranê bi kar tîne

Kurdistanmedia: DAÎŞ îtirafê bi şikestên xwe dike, û vê yekê wekî ezmûnên îlahî bi nav dike.
Li gora nûçegihaniyan, DAÎŞ’ê di daxuyaniyeke nivîskî de, îtiraf bi şikestên xwe di Sûriye, Îraq û Lîbiyê de kiriye, û ew yek wekî îmtihaneke îlahî bi nav kiriye.
DAÎŞ’ê di vê daxuyaniya xwe de, tevî îşarekirina bi hinek hedîs û ayetan, daxwaz ji endamên xwe kiriye ku wan sebr hebe, û di dawiyê de serkevtin a wan e.
Hêjayî basê ye, ku ew şêweya edebiyata DAÎŞ’ê rast rengê edebiyata rayedarên rejîma Îranê, di demên tengaviyan de dide.
Xamineyî jî di sala 1389’an de, ragehandibû ku fitneya sala derbazbûyî (ku mebesta wî raperîn û xwepêşandana xelkê Îranê li dijî biryara ragehandina Ehmedînijad wekî serkomarê Îranê bû), îmtihaneke îlahî bû.
Lewra DAÎŞ jî ku niha di gellek eniyan de, bi taybetî li Rojavaya Kurdistanê û li Başûra Kurdistanê ratsî têkçûnên berdewam tê, û derbên giran ji destê hêzên Kurdî dixwe, dixwaze ku bi binavkirina van têkçûnan jî wekî îmtihanên Îlahî, morala endamên xwe ragire.