۱۳۹۵/۰۶/۰۹



Di gundê Cebel Ceyranê Kurdek bi derba kêrikan hate kuştin


Di gundê Cebel Ceyranê Kurdek bi derba kêrikan hate kuştin

Kurdistanmedia: Gundê Cebel Ceyran a li ser riya Sentoyê, Kurdek bi derba kêrikan hate kuştin.
Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, kesê ku hatiye kuştin, nasnameya wî, Salih Salim Dîzec kurê Ebdullah xelkê Girdwana Mergewer hatiye ragehandin.


Tê gotin ku navbirî çend sal bû ku bona karkirinê çûbû wir, lê kes yan kesên bikuj çûne mala navbirî û bi derba kêrikan ew kuştine.

Hêjayî basê ye ku li gora zanyariyan di vî gundî de, ku xelkê wî gundî, Tirkên Azerî ne, gellek kesên ser bi rejîma Îranê hene, ku karê ajantiyê ji hêzên rejîmê re dikin.