۱۳۹۵/۰۵/۱۳


Opozosyona Sûriyê Hêlîkoptêreke din ya Rûsiyê li Êdlebê xistin xwar


Opozosyona Sûriyê Hêlîkoptêreke din ya Rûsiyê li Êdlebê xistin xwar

Kurdistanmedia: Opozisyona Sûriyê li derdora bajarê Edlebê ragehand ku, Hêlîkoptêreke din ya Artêşa Rûsiyê ku mijûlî bombebarana hêzên wan bûn, bûye armanc û di encama ketine xwarê de û 5 kesên tê de, canê xwe jidest dan.
Hevdem Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê jî di vê derheqê de ragehand ku, roja 1’ê Tebaxa 2016’an, Hêlîkoptêreke wan bona xistinexwar ya alîkariyên mirovî bo derdora bajarê Helebê, li deverê tev digeriya, di deme vegeriyana bo binkeya leşkirî ya Rûsiyê li Laziqiyê, bûye armanca hêzên Opozisyonê û ket xwar.




Rûsiyê ragehand ku Hêlîkoptera wan li curê “MI8” bûye ku 5 kes têde bûne, ku 3 kes ji wan xedeme û 2 kesên din jî, efserên leşkirî ên artêşa Rûsiyê bûne.

Hatiye ragehandin ku xincî balafira Soxo ya Rûsî ku ji aliyê artîşa Turkiyê ve hate xistin, eva Hlîkoptêra 12mîn ya ser bi artêşa Rûsiyê ye ku di encama şer ûpevçûnên di Sûriyê de, ji aliyê hêzên ser bi opozisyona Beşar Esed de ve, di nava Sûriyê de tê xistin û jinav diçe.