Belavoka “Yalsarat” hate daxistin

Kurdistanmedia: Piştî sivakatiya bi hunermendan ji aliyê belavoka “Yalsarat”ê ve, Berdevkê Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya rejîma Îranê ragehand ku, heftînameya Yalsarat a ser bi organa “Ensarê Hizbullah”, hate daxistin.
Heftînameya Yalsarat a ser bi Ensarê Hizbulla di çend rojên derbazbûyî de mijarek li jêr navê “Deyûs kî ye?” belav kir ku bûye sedema nerazîbûna xelkê Îranê û liserveyî hemûyan civaka hunermend û sînemakaran.

Nerazîbûna xelkê li hember wan sivîkatî û bêrêziyan bû sedem ku “Heyeta Çavedêrî bi ser Ragehandinê” biryara daxistina wî belavokî bide.
Berdevkê Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya ser bi rejîma Îslamî ya Îranê di vê derheqê de ragehand ku, “Bo me girîng nine ku ew belavok ser bi çi partî û binyatekî ye, her belavokek yasayê binpê bike, wê lêpûçîn jê bê kirin.
Hosên Nûşabadî roja yekê Tebaxê ragehand ku, bikarbirina peyvên han (Deyûs) di çanda me de cih nagirin û bi karek şaş tê hesibandin, lewra li gorî yasaya ragehandinê, me biryara daxistina “heftînameya Yalsaratê da.