Kurdan li Almaniyayê dest bi ser Radyoyeke girîng de girtin

Kurdistanmedia: Hejmarek ji Kurdên akinciyê Almanê, şeva derbazbûyî, wate 11 li ser 12’ê Tebaxa 2016’an, dest bi ser awahiya yek ji radyoyên herî girîng li Rojavayê Almanê de girtin.
Hate ragehandin ku wan Kurdan, heyamê 3 demjimêran dest biser awahiya Radyoya “WDR” ya bajarê “Dosêldorfê” de girtin.
Hate ragehandin ku wan Kurdan, heyamê 3 demjimêran dest biser awahiya Radyoya “WDR” ya bajarê “Dosêldorfê” de girtin.
Polîsê Almaniyayê di vê derheqê de daxûyaniyek belav kir û têde ragehand ku, Kurdên nerazî ên akinciyê Almaniyayê, serbarê nivîsandina pilakardan, bi dayîne hinek dirûşmên taybet, hewla vê yekê didan ku bala civaka cîhanî, bo rewşa Kurdan li Turkiyê bikişînin.
Polîsê Akmaniyayê di daxûyaniya xwe de ragehand ku, piştî vê ku yek ji karsazên radyoya WDR digel xwenîşanderan axovî, wan di bersiv de bê tu tundutîjiyek awahiya radyoyê bicih hêlan û ji deverê dûr ketin, û bi vî awayî meşa nerazîbûnê bê tu zirarên madî û canî, bidawî hat.