Jeneralekî Amerîkayî: DAÎŞ’ê tenê 15 hezar çekdarên wê mane

Kurdistanmedia: Jeneral “Şan Mek Farlind” fermandarê hêza sêyem a arteşa Amerîkayê, ku operasiyona hevalbendiya li dijî DAÎŞ’ê, rêberî dike, dibêje ku hejmara çekdarên mayî ên DAÎŞ’ê di Îraq û Sûriyê de 15 hezar kes in.
Berî niha hatibû ragehandin ku hejmara milîşên Şî’e di Îraq û Sûriyê de, 19-25 hezar kes e. Berpirsyarên Amerîkayî niha dibêjin ku hejmara wan 15-20 hezar kesî dibe. Lê fermandê hêza sêyem a arteşa Amerîkayê niha radigehîne ku hem hejmara şerkerên wan kêm bûne, û hem jî ew hêza wan ya caran nemaye.

“Şan Mek Farlind” di dema civîna çapemeniyê di Wezareta Parastinê a Amerîkayê de, ragehand ku niha gellek sanahîtir ji caran, mirov dikare hatûçûna hinek herêman bike.
Navbirî herwisa ragehandiye ku Hêzên Sûriyeya Demokratî heya çend heftiyên din wê bikarin, bi tewahî bajarê Minbicê ji destê çekdarên DAÎŞ’ê rizgar bikin.
Hekî Minbic bi tewahî bê rizgarkirin, wê demê pêwendiya DAÎŞ’ê bi sînorên Tirkiyê re qut dube, ku ew yek serkevtinek mezin bo HSD’ê dibe, ku YPG hêza sereke ye di nav vê hevalbendiyê de.
Lê ji aliyekî din ve, Komarîxwazên dijberî dewletê, radigehînin ku dewleta Obama raporên nerast derheq lawaziya DAÎŞ’ê belav dikin, û dixwazên bi weşandina van raporên nerast, serkevtina xwe nîşanî raya giştî bidin.