Di heftiyekê de 1654 milîşên dijberê hikûmeta Yemenê hatine kuştin

Kurdistanmedia: Di encama êrîşa balafiran de, milîşên Husiyan û hêzên girêdayî serkomarê ji kar dûrxistî derbên giran xwarine.
Li gora nûçegihaniyan, balafirên hevalbendiya Erebî binkeyên milîşên Husî bi giranî bombebaran dikin, û di encamê de, di heftiyekê de, 1654 kesan jiyana xwe ji dest dane, û nêzî 2 hezar kesî jî birîndar bûne.

Balafirên hevalbendiya Erebî, herwisa binkeyên stratejîk ên milîşan di herêma Senhan cihê jidayîkbûna serkomarê vêdebirî ê Yemenê, û herêma Zehyan cihê akincîbûna rêberê Husiyan bi giranî, bombebaran kirin.
Husiyên Yemenê, ji aliyê Îranê ve, piştevanî madî û locîstîkî ji wan tê kirin, û çavdêrên siyasî li ser vê baweriyê ne, ku rejîma Îranê bi hêceta piştgiriya ji wan, dixwaze berdewam di derveyî sînorên xwe de çalakiyan bike, û bi vî rengî piştgiriya wan ji Husiyan, ne tenê kêşe û aloziyên di Yemenê de çareser nake, belkû roj bi rojê agirê şer geştir jî dike.