Bombebarana balafirên Esed li Helebê 50 sivîl kustin

Kurdistanmedia: Rêkxistina Çavedêr a Mafê Mirovan a Sûriyê roja Yekşemî 14 tebxê ragehand ku, di encama bombebarana balafirên şerê ên Esed li taxên ku xelkê medenî tê de akincî ne, li Helebê pitir ji 50 kesî canê xwe jidest daye.
Rêkxistina Çavedêr a Mafê Mirovan a Sûriyê di daxûyaniya xwe de ragehand ku, dinava wan kesên ku di encama bombebaranê de hatine kuştin, hejmarek zêde jin û zarokê tên dîtin.
Rêkxistina Çavedêr a Mafê Mirovan a Sûriyê di daxûyaniya xwe de ragehand ku, dinava wan kesên ku di encama bombebaranê de hatine kuştin, hejmarek zêde jin û zarokê tên dîtin.
Vê rêkxistinê herweha ragehand ku 4 zarokên din ên Sûrî jî, di herêmên bin kontrola dijberên Beşar Esed de, bi sedema tobparana artêşa Esed li Rojavayê bajarê Helebê, canê xwe jidest dane.
Bajarê Helebê yek ji bajarên hesrî sitratejîk a Sûriyê ye ku, di du heftiyên derbazbûyî de, şereke giran di navbera herdu aliyan de berdewam e, û her du aliyan bi anîna bi dehan hizar çekdarên xwe, hewla kontrol kirina wî bajarî didin.
Hatiye ragehandin şerê ku niha li bajarê Helebê berdewam e, bi qasekî giran û mezin e ku ji sala 2012’an ve heya niha şerek bi vî rengî li Sûriyê neqewimî ye.
Niha bajarê Helebê bi ser her du aliyên şer de hatiye parvekirin, bi awayekî ku beşa Rojhilat di destê hêzên ser bi rejîma Sûriyê de ye û beşa Rojava jî di destê hêzên dijberî Beşar Esed de ye.