Erdoxan: Bila Rojavayî, me nesîhet nekin

Kurdistanmedia: Erdoxan di rêûresma rêzgirtina ji kuştiyên şeva derbeya leşkerî de, ragehand ku heya niha tu kesek ji Yekîtiya Ewropa û parlementoya Ewropayê bona sersaxîgotinê nehatiye wir.
Serkomarê Tirkiyê Erdoxan bi tundî Rojavayî rexne kirin, û got ku di şeva derbeya leşkerî de 237 kesan jiyana xwe ji dest da, û 2 hezar û 191 kes bi giranî birîndar bûn, û eva karê Misilmanan nîne, lê hinek ji Rojavayiyan me rexne dikin, û dibêjin em nîgeran in ku we gellek kes ji kar dûr xistine. Ew carekê sersaxiyê dibêjne me, û 9 caran jî me nesîhet dikin.

Navbirî derheq saziya Fethullah Gulen jî got, serbarê vê ku saziya Gulen 40 sal dîroka wê ye, lê me di 20 demjimêran de hesaba wan tewaw kir. Ji niha şûnda jî emê berdewam bin li ser paksaziya dewletê ji kesên girêdayî bi Gulen. Hekî ew bi dehan hezar kesî jî bin, emê wan paksazî bikin.
Erdoxan got kesên ku qedera me ji wan re girîng nebe, û me nesîhet bikin, û qedera derbekaran ji wan re girîng be, ew ne dostên me ne, û emê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi wan re bidomînin, lê wan tu cihek di nava dilê me de tunabe.