Balafirên Rûsî bankek xwînê kirin armanc

Kurdistanmedia: Balafirên şerî ên Rûsiyê, bankeke xwînê li parêzgeha Idlibê bombebaran kirin, û ew avahî bi tewahî herifandin.
Li gora nûçegihaniyan, balafirên şerî ên Rûsî ji 30 Îlona 2015’an ve, berdewam nexweşxane û dermangeh û avahiyên bankên xwînê dikin armanc, ku di encamê de gellek ji wan avahiyan ji nav çûne, û gellek kesan di encama van bombebaranan de jiyana xwe ji dest dane.

Li gora nûçegihaniyan, berpirsyarên herêmî li parêzgeha Idlibê ragehandin ku vê carê di encama bombebarana avahiya banka xwînê li herêma Seraqib ya parêzgeha Idlibê de, 4 kes ji karsazên tendurustiyê birîndar bûn, û banka xwînê jî bi tewahî hate herifandin.
Di meha borî de jî, nûçegihaniyan ragehandin ku balafirên şerî ên Rûsî, bi bombera “fosfora spî” nexweşxaneya “Endan” ya Helebê, û herwisa karxaneya çêkirina dermanan ya naskirî bi “Asya” bombebaran kirin, ku di encamê de, karxane û nexweşxaneya navbirî bi tewahî hatin herifandin.
Balafirên Rûsî ku alîkariya rejîma Beşar Esed dikin, radigehînin ku, ew cihê dijberên Beşar Esed bombebaran dikin, lê gellek caran xelkê sivîl bi taybetî di Helebê de jiyana xwe di encama van bombebaranan de ji dest didin.