Çavdêrên Mafê Mirov: Rûsya û Sûriyê çekên qedexekirî bikar anîne

Kurdistanmedia: Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan a Saziya neteweyên Yekgirtî derbarê bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê Rûsiya û Sûrayê ve di şerê wî welatî de hişyarî da wan du welatan.
Li gor raporên ku di ajansên nûçeyan de hatine belvakirin, Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekgirtî, di raporekê de ku belav kiriye û tê de eşkere kiriye ku Sûriye û Rûsiya çekên qedexekirî di şerê Sûriyê de bikar anîne û bi wan core çekan hêrişê dikin ser dijberên Esed û bombeyan dibarînin ser wan.

Di rapora han de hatiye destnîşankirin ku heta niha 47 bombeyên hêşûyî (uşûyî) di heyamê meha derbasbûyî de li hêrişên esmanî hatine bikaranîn ku di wan êrîşan de dehan hevwelatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor rapora Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekgirtî, Sûriye û Rûsiya zarokan dikin armanca çekên xwe yên qedexekirî.
Ev saziya navnetewî di berdewamiya wê raporê de ragehandiye : Rûsiyayê heta niha 13 corên çekên qedexekirî li Sûriyê bikar anîne ku weke mînak em dikarin qala bombebarankirina navend û cihên giştî weke bazara firotina şewatê li gundê Termanîn li parêzgeha Edlebê bikin ku di encam de hejmareke berbiçav ji xelkê sivîl hatine kuştin.
Di heyamê şerê Sûriyê de ku niha di sala şeşemîn de ye, heta niha zêdeyî 500 hezar kes hatine kuştin û 11 milyon kes jî aware û koçber bûne.