Yekîtiya Zanayên Ayînî ên Kurdistana Îranê peyama hevxemiyê bo şehîdbûna pêşmergeyên şerê Şinoyê belav kir

Kurdistanmedia: Yekîtiya Zanayên Ayînî ên Kurdistana Îranê bi boneya şehîdbûna 6 pêşmergeyên PDKÎ di bajarê Şinoyê de, tevî sersaxiyê, piştevaniya xwe ji xebata neteweyî ya PDKÎ ragehand.
Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye:
Bi xweşî ve, di buhara îsal de, rêber û sekreterê PDKÎ di axivtinekê de, hêvî vegerande nav dil û derûna xelkê azadîxwaz de, û bi bangewaza pêkve girêdana xebata çiya û bajar, şanaziyeke nû kire para neteweya Kurd û Kurdistana Rojhilat. Her di vê çarçoveyê de xortên neteweya me bi moraleke hesinîn, û bi berxwedaneke bê mînak rû kirin wargeh û nîştimana xwe, lê dijmin xwest ku li dijî wan derkeve, lê xortên têkoşer berbirûyê wan bûn, û derbeke bibandor li dijminê tarîperest xistin, û nîşan dan ku ew bona bidestveanîna armancên xwe canê xwe gorî bikin. Di vê berxwedana wan ya qehremanane de mixabin 6 têkoşerên Demokrat şehîd bûn.

Di dawiyê de jî Yekîtiya Zanayên Ayînî ên Kurdistanê,
Weha nivîsandiye:
Yekîtiya Zanayên Ayînî ên Kurdistanê, tevî piştevanîkirina ji helwesta PDKÎ, sersaxiyê dibêje hemû Kurdan, û malbatên serbilind ên wan, û PDKÎ û daxwazê jî ji civatên xelkê Kurdistanê û hemû civatên xelkê xwedan şeref dike, ku bi hemû hêz û şiyana xwe alîkariya xortên xwe bikin, û hewcehiyên wan cîbicî bikin, herwisa daxwazê jî, ji wan kesên ku çek bo rejîmê hilgirtine, dike, ku ji vê zêdetir pişt li neteweya xwe û rû li dijminê xwe nekin, jiber ku îxanet, îman û baweriya ayînî jî dişewitîne.