۱۳۹۵/۰۴/۰۳


Li Bendera Mahşehr a ser bi parêzgeha Xûzistanê jî şerê çekdarî çê bû


Li  Bendera Mahşehr a ser bi parêzgeha Xûzistanê jî şerê çekdarî çê bû

Kurdistanmedia: Hate ragehandin ku roja 20’ê hezîranê li bendera Mahşehrê ya ser bi parêzgeha Xûzistanê, şerekî çekdarî li navbera hêzên ser bi rejîma Komara Îslamî û girûpeke nenas de derket holê û di encam de çekdarekî rejîmê hate kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar ketin.
Nawendên ragehandinî ên ser bi rejîma Komara Îslamî ragehandin ku, ev şerê çekdarî di encama “Diziyeke Çekdarî” de li Bendera Mahşehrê çê bûye û di encam de çekdarekî rejîmê hatiye kuştin û 2 çekdarên din birîndar in û rewşa yek ji birîndaran nebaş hatiye ragehandin.




Bajarê Mahşehrê ku di rastî de navê wê “Me’şûr” e û liser biryara Reza Şayê Îranê hatiye guherîn, ser bi parêzgeha Xûzistanê ye û akinciyên wî bajarî Erebên Sunî ne, û bi dirêjahiya temenê Komara Îslamî ya Îranê, weke netewên din ên Îranê, hertim ji mafên xwe yên herî sereke bêpar bûne û bi tundî tên çewisandin.

Eva di demekî de ye ku bi sedema vegeriyana hêza pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bo hindur Kurdistana Rojhilat, di çend rojên derbazbûyî de, li çend bajar û gundên Kurdistanê şer û pevçûnên çekdarî çêbûne û li gorî amarên nefermî, bi dehan kes ji çekdarên rejîmê di encama wan şer û pevçûnan de, hatine kuştin.

Şareza liser vê baweriyê ne ku, bi sedema zulm û zordariya rejîma Îslamî ya Îranê liser kêmaniyên mesebî û netewî di Îranê de, tê texmînkirin ku, êdî ew kêmanî û bitaybetî netewên Îranê, êdî vê xer qebûl nekin, û li hemberî zulm û zordarî û serkuta Komara Îslamî, bisekinin.