۱۳۹۵/۰۳/۲۷


Se’id Herîrî dibêje ku Hizbullah li ser fermana “Melayên Tehranê” di Sûriyê de cînayetan dike


Se’id Herîrî dibêje ku Hizbullah li ser fermana “Melayên Tehranê” di Sûriyê de cînayetan dike

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Berê yê Lubnanê Se’id Herîrî careke din siyasetên Rejîma Îslamî ya Tehranê û Hizbulaha Lubnanê rexne kir, û ragehand ku Hizbulaha Lubnanê bona piştevaniya ji Beşar Esed di Sûriyê de, cinayetan encam dide.
Se’id Herîrî ku li Lubnanê û di mêhvaniya “Fitar” a balyozên hinek welatên Erebî li de gotarek pêşkêş kir, ragehand ku, Hizbullah bi fermana Melayên Îranê û bona piştevaniya ji rejîma Beşar Esed, di Sûriyê de cînayetên curbicur afirandine û herweha feza ya siyasî ya Lubnanê jî aloz û bijeh kiriye.


Herîrî di doma gotinên xwe de tekez dike ku, siyaseta Hizbullahl bo cara yekemîn, Lubnan di nava welatên Erebî de îzole kiriye, û herweh siyasetên Şaş ên vê rêkxistinê, bûne sedem ku alîkariyên madî ên welatên Erebî bi Lubnanê re, bên qutkirin û me aboriya kerta geştiyariyê, ku para sereke ya dahata Lubnanê bû, bi tewahî jidest da.

Se’id Herîrî herweha eşkere kir ku, hizbullah netenê di şerê Sûriyê de pişikdariyê dike, belkî ji rêya şebekeyên giradayî bi rejîma Îslamî ya Îranê ve, destê xwe dixe nava karûbarên welatên Erebî ên weke Îraq, Yemen û Behrêynê.

Serokwezîrê berê yê Lubnanê herweha got, Hizbulla liser fermana rejîma Îranê rêgiriyê ji birêvebirina hilbijartinên serkomariya Lubnanê dike, û hewla şikandina her piroseyekî dide, ku dibe sedema lihevkirina Lubnaniyan, lewra ye ku eva du sal e welatê me bê serkomar e.

Navbirî rû li pişikdarên mêhvaniyê dike û dibêje ku, Hizbuullah bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan û hezaran Lubnaniyan.

Bûye sedem ku bo cara yekemîn mijara serxwebûna Lubnanê di nava karûbarên siyasî ên herêmê de, bikeve bin şik û gomanê.

Bûye sedem ku bo cara yekemîn Lubnan weke welatekî Erebî dakeve eniya li dijî piraniya welatên Erebî.

Her di vê derheqê de, sekreterê giştî yê “Hizba Hêzên Lubnanî” jî, rexneyên tund ji Hizbullahê girtin û ragehand ku, siyaseta takrewî û xwe mêhwerbînî ya Hizbullahê li Lubnanê, bûye sedem ku em, buhayeke giran di warê siyasî û aborî û ewlehî de bidin.