۱۳۹۵/۰۳/۲۷


Behrêynê çalakiya girûpa herî mezin ya Şî’eyan di welatê xwe de da sekinandin


Behrêynê çalakiya girûpa herî mezin ya Şî’eyan di welatê xwe de da sekinandin

Kurdistanmmedia: Di biryarekî de ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Behrêynê ve hate dayîn, girûpa herî mezin ya Şî’eyên wî welatî ku li dijî dewleta Behrêynê ne, êdî nikarin li ser çalakiyên xwe berdewam bin.
Wezareta Dadê ya Behrêynê ragehand ku girûpa “Cem’îyeta Wifaq” metirsîne bo ser welatê Behrêynê, lewra çalakiyên wan dane sekinandin.


Îro Çarşemî berwarê 14’ê Hezîranê Wezareta Dadê ya Behrêynê ragehand ku, bi sedema vê ku “Cem’îyeta Wifaq” metirsiye liser aşîtî û ewlehiya Behrêynê, dadgeha bajarê “Menamê, di biryara xwe de çalakiyên ev girûpa Şî’e, daye sekinandin.

Eva di demekî de ye ku di du heyvên derbazbûyî de jî, dadgehekî Behyêynê cezaya “Şêx Elî Selman” ê serokê “Cem’îyeta Wifaq” bo 9 sal hebsê, zêde kir ku bi tawana tevdanîkariya di navbera meseban de, hatiye zîndanîkirin.

Eşkere ye û her weke dewleta Behrêynê jî bi dehan car îdî’a kiriye, rajîma Îslamî ya Theranê dest dixe nava karûbarên hundir Behrêynê û Şî’eyên wî welatî bona têkdana ewlehiya Behrêyn û welatên din ên Kendawê, han dide.