۱۳۹۵/۰۳/۱۶


Pêşnimêjê demkî yê Kirmaşanê: Gerek her 80 Milyon xelkê Îranê dakevin nava “Êqtisada Moqawimetî” de


Pêşnimêjê demkî yê Kirmaşanê: Gerek her 80 Milyon xelkê Îranê dakevin nava “Êqtisada Moqawimetî” de

Kurdistanmedia: Pêşnimêjê demkî yê bajarê Kirmaşanê, ragehand ku, bona bi armanc geîşyina “Êqtêsadê Moqawimetî” ya ku rêberê rejîmê dibêje, her 80 milyon kes ji xelkê Îranê dakevin nava vê qadê de.
Nawenda nûçegihaniya Îsnayê ku ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye ragehand ku, “Ayetulla Mistefa Olema” di cîvîna “Şêvra Îdarî ya bajarê Kirmaşanê de, serbarê ragehandina sersaxiyê bi boneya salvegera koça dawiyê ya Xumeynî, eagehand ku, “Îmam Xumeynî baweriyeke tewaw bi hêza Îslamê hebû, lewra pêdagirî liser Îslamê dikir, û di kiryar de jî pêdagirî liser vê yekê kir û her eva jî bûye sedema serkevtina Îslamê.


Navbirî di doma gotnên xwe de got ku, niha dujmin dizanin ku hêza me “Îslam û Yekitî”ye , hewla jinavbirina vê didin.

“Ayetulla Mistefa Olema” herweha zêde kir ku, Îmam Xumeynî liser vê baweriyê bû ku hemû xelkê Îranê gerek di birêvebirina welat de pişikdar bin, da ku karûbarên wan bigihin encamê, lewra niha jî bi xwşî ve, rêberê rejîmê jî, vê rêyê didomîne û çendîn caran hoşdariya aboriya welat û sipartina vê aboriyê bi xelkê Îranê pêdagirî kiriye.

Navbirî ragehand ku hekî em bixwazin di mijara “Êqtêasdê Moqawimetî” de biser kewin, gerek her 80 milyon kes heşîmeta Îranê dakevin nava vê qadê de û dewlet jî erkdar e ku zemîneya vê yekê bo xelkê xweş bike.

Ev gotinên “Ayetulla Mistefa Olema” gotineke raste û heya niha jî her wûsa bûye, bi awayekî ku giraniya barê biran yê xirabiya rewşa aboriya Îranê ku di encama siyasetên şaşû ên rejîmê de bi serê Îranê hatiye, tenê liser milê xelkê hejar û bindest ê Îranê ye.

Wate berpirsyar û fermandar û karbidestên Îranê tu rolekî di “Êqtêsadê Moqawimetî” de nagêrin û bi keyfa xwe mifahê ji dahatê Îranê ku di rastî de para xelkê ye werdigirin, û li hember de jî xelkê Îranê gerek giraniya barê giranê li jêr navê “Êqtisada Moqawmetî” de, tehemûl bikin.