۱۳۹۵/۰۳/۲۹


NY: DAÎŞ bi “genocid”a Êzidiyan tawanbar kir


NY: DAÎŞ bi “genocid”a Êzidiyan tawanbar kir

Kurdistanmedia: Rêkxistina “NY” di raporekî de Dewleta Îslamî naskirî bi DAÎŞ bi genocide a Êzidiyan li Îraq û Sûriyê tawanbar kir.
Di rapora rêkxistina Netewên Yekbûyî de ku roja pêncşemiyê 27’ê Hezîranê hate belavbkirin, hatiye ku DAÎŞ’ê bi merema jinavbirina Êzidiyan, dest avêtiye cînayetên cirbicur ên weke bi kole girtina wan.
Nawenda nûçegihaniya Roytêrzê ragehand ku, ev rapor liser bingeha hevpeyvîna digel bi dehan kes ji wan Êzidiyan hatiye encamdan ku ji destê Dewleta Îslamî filitî ne.


Rizgarbûyên destê DAÎŞ’ê eşkere dikin ku, Dewleta Îslamî bi awayekî sîstimatîk li Sûriye û Îraqê Êzidiyan binçav dike û hewla jinavbirina şunasa wan dike.

NY ew kiryara DAÎŞ’ê bi genocide nav bir û ragehand ku, genocide a Êzidiyan hêj berdewam e.

Her di vê derheqê de “Pa’olo Pînîro” serokê Komisyona Lêkolîn ya rêkxistina NY ragehand ku, “gerek liser asta siyasî, dijkiryarên gellek tundtir li hemberî genocide liser asta cîhanê bê nîşandan, tenanet ev keysa han gerek here Civata Ewlekatriyê ya “NY”.

Herweha “Wêytî Montarborn” ku yek ji endamêm Komisyonê ye ragehand ku, komisyona wan belgeyên hewce derheq bi wan kesan hene ku berpirsyarê encamdana wan cînayetan in, û wê wan belgeyan bixin ber destê aliyên peywendîdar.

Roytêrzê herweha eşkere kir ku 4 kes jî endamên Komisyonê daxwaz ji welatên xwedî hêz ên cîhanê kirine ku, bona rizgarkirina aliyê kêm ve 3 hezar u 200 jin û zarokên Êzidiyan, ku di encama şerê DAÎŞ’ê de êxsîr bûne, hewlên hewce bidin, û herweha keysa wan bilind bikin bona Dadgeha Navnetewî.