Balyozên rejîma Îranê di welatên Rojhilata Navîn de endamên Spaha Quds in

Kurdistanmedia: Balyozekî pêşîn ê rejîma Îranê û yek ji fermandarên Spaha Pasdaran, bas ji endambûna balyozên Îranê di Spaha Quds de kir.
Cewad Mensûrî yek ji fermandarên Spaha Pasdran a rejîmê û balyozê pêşîn ê vê rejîmê, di gotûbêjekê de ragehand: “Ebas Îraqçî, balyozê payebilind ê rejîmê, û hinek ji balyozên rejîma Îranê endamên Spaha Quds in”.
Cewad Mensûrî yek ji fermandarên Spaha Pasdran a rejîmê û balyozê pêşîn ê vê rejîmê, di gotûbêjekê de ragehand: “Ebas Îraqçî, balyozê payebilind ê rejîmê, û hinek ji balyozên rejîma Îranê endamên Spaha Quds in”.
Navbirî di gotûbêja digel Kovara “Remzê Ibûr” de, tevî piştrastkirina vê nûçeyê ragehand: “Bi biryara Xomêynî di sala 1364 (1985)’an yekîneye tevgerên rizgarîder ji Spaha Pasdaran ve bo Wezareta Karê Derve hate veguhastin, lê piştî du-sê salan ew yekîneya xistin ser Spaha Quds”.
Cewad Mensûrî di vê gotûbêjê de basek derheq kar û çalakiyên leşkerî ên Spaha Pasdaran, li derveyî sînorên Îranê, û destêwerdanên vê rêkxirawa leşkerî di nava karûbarên derveyî welat de kir, û got: “Balyozê niha ê rejîmê li Îraqê û balyozê berê jî endamê Spaha Quds bûn, û herwisa balyozên rejîmê li Lubnan û Sûriyê jî endamê vê rêkxirawa terorîstî ne.
Spaha Quds hêza taybet û yek ji tayên Spaha Pasdaran e ku berpirsyariya çalakiyên derve ên sînorên Îranê li stûyê wê ye. Karê sereke yê Spaha Quds, rêkxistin, amadekirin û alîkarî digel girûpên terorîstî di Rojhilata Nvaîn de ye, û rola bibandor di geşkirina şerên navxweyî ên Îraq û Sûriye û Lubnanê de dolîze.
Amerîka û YE, fermandar û hêzên ser bi Spaha Pasdaran bi sedema piştevanîkirina wan ji girûpên terorîstî xistine nav rîzbenda gemaroyên xwe de.