Mêhdî Taib: Ruhanî û Faize Haşimî nûnerên Îslama Amerîkayî ne
Kurdistanmedia: Li doma şerê zêrîngerî ê di nava bandên deshilata Tehranê de, serokê binkeya “’Emar” êrîşî ser Ruhanî û Faizê kir.
Malpera El-erebiye bi piştqahîmiya bi nûçegihaniya “Besîc” eşkere kir: “Mêhdî Taib ragehandiye ku Amerîkayê tu kêşeyek digel kesên wekî Ruhanî û Faizê de nîne.ku bangewazê jib o Îslama Amerîkayî dikin.
Malpera El-erebiye bi piştqahîmiya bi nûçegihaniya “Besîc” eşkere kir: “Mêhdî Taib ragehandiye ku Amerîkayê tu kêşeyek digel kesên wekî Ruhanî û Faizê de nîne.ku bangewazê jib o Îslama Amerîkayî dikin.
Ew helwêsta Ta’ib piştî hevdîtina Faize Haşimî digel Ferîba Kemal Abadî yek ji rêberên Komeleya Behayiyaên Îranê û axivtinên Ruhanî derhew Îmam Husên û kurê Se’d fermandarê hêza Kûfe tê.
Taib herwisa dibêje: Rewta Behayiyetê dixwaze ku Îslama Amerîkayî vegerîne welat, ku tu kêşeyeke wan bi dijminan re nîne, û kesên wekî Şadî Sedr û Faizê, sembol û kirêgirtiyên destê Amerîkayê ne, û pere ji wan werdigrin, û jiyana wan bi perê Amerîkayê bi rê ve diçe. Ew hêma û mînaka rastîn ya êrîşa li ser Îslama şoreşger in.
Binkeya ‘Emar ku Mêhdî Taib serokatiya wê dike, piştî bi nav hilbijartinên sala 2009’an a Îranê bi armanca xebata li dijî şerê nerm hate avakirin, ûe ndamên wê jî pêk tên ji endamên Ensar El-hizbullah ku bi sala ye li dijî azadîxwazan li Îranê de çalakiyan dike.