Li Îraqê de, wêneyên Xomêynî û Xamineyî dirandin
Kurdistanmedia: Li bajarên başûrî ên Îraqê de, neraziyan, poster û wêneyên Xomêynî û Xamineyî anîne xwar, û dirandin.
Hevdem digel meşa nerazîbûnê ya meşvanan, li qada Tehrîr a Bexdayê de, bajarê başûrî ên Îraqê jî, yek ji wan Necef, şahidê zincîreyek nerazîbûnên meşvanan bû, ku tê de tevî êrîşkirina li ser binke û baregehên Hizba De’we, û partiyên din ên nêzîk li Komara Îslmaî , posterên Xomêynî û Xamineyî anîne xwra û sivikatî pê kirin.

Di hember de Malikî û Îbadî jî daxuyanî belav kirin, û ragehandin ku ew kiryarên meşvanan wekî kiryarên alîgirên Sedam Husên dixûye, û ragehandin ku ew ê helwestên tund li dijî wan bigrin.
Ew nerazîbûn hevdem in digel meşa nerazîbûnê ya Civata Îslamî û çendîn aliyên din ên Îraqî derheq destêwerdanên rejîma Îranê di nava karûbarên wan de, û bi taybetî piştî vê ku serokê gurdanên naskirî bi “Siyid El-şoheda” bas ji wergirtina alîkariyên malî û lojîstîkî ji Tehranê kir.