۱۳۹۵/۰۳/۱۳


Liser biryara Xamineyî nûnerê Îsfehanê ji Meclisa Dehem ya Komara Îslamî hate hezfkirin


Liser biryara Xamineyî nûnerê Îsfehanê ji Meclisa Dehem ya Komara Îslamî hate hezfkirin

Kurdistanmedia: Piştî berdewamiya nakokiyên di navbera dewleta Îranê tevî Şêvra Nobedar liser batilkirina dengên berbijêrê bajarê Îsfehanê, Keysa “Mînû Xaliqî bo “Heyeta Bilind ya çareseriya Nakokiyan” hate şandin û endamekî firaksyona “Omîd” jî ragehand ku, rêberê Komara îslamî Elî Xamineyî biryara heyeta navbirî bi Meclisê re ragehandiye.
Mihemed Cewad Fethî yê endamê firaksyona Omîd yê Meclisa 10’ê, roja 31’ê Gulanê, ji ziman serokê Meclisa Komara Îslamî ve ragehand ku, rêberê Komara îslamî biryara heyeta navbirî bi mere ragehandiyê û keysa wê hatiye girêdan û nikare here Meclisê.


“Heyeta Bilind ya çareseriya Nakokiyan û rêkxistina têkiliyên di navbera her sê deshilatên Komara Îslamî”, heyva Gelawêj ya sala 1390’an liser biryara Elî Xamineyî hate avakiein û 5 endaman li xwe digire ku her 5 endam ji aliyê Elî xamineyî yê rêberê rejîmê ve tên diyarîkirin.

Li gorî benda “Heftem” ya esla 110 ya yasaya bingehîn a Komara Îslamî, “Heyeta Bilind ya çareseriya Nakokiyan û rêkxistina têkiliyên di navbera her sê deshilatên Komara Îslamî”, yek ji deshilatên rêberê rejîmê ye, û xamineyî jî “Nirxandin û dana nêrînên şêvirmendiyê derheq bi nakokiyan”, weke erkê vê heyetê diyarî kiriye.