Adil El-cubeyr: Erebistan dixwaze ku hêza bejayî bişîne Sûriyê
Kurdistanmedia: Roja Sêşemî 31’ê Gulanê, Adil El-cubeyr ê Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê, di civîna “Şêvra Hewkariya Kendawê” de ragehand ku, Erebistana Si’ûdî dixwaze ku hêza bejayî bişîne Sûriyê.
El-cubeyr herweha tekez kir ku, rejîma Îranê destêwerdanê di karûbarên welatên herêmê de dike û bi perwerdehiya leşkirî, piştevaniyê dide terorîzmê.
El-cubeyr herweha tekez kir ku, rejîma Îranê destêwerdanê di karûbarên welatên herêmê de dike û bi perwerdehiya leşkirî, piştevaniyê dide terorîzmê.
Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê herweha bas ji aloziyên Yemenê û danûstanê “Kowêyt”ê ku liser bingeha destpêşxeriya welatên Kendawê, û herweha biryarnameya Şêvra Ewlekariyê ya “NY” birêve diçin kir, û ragehand ku, dewleta “Wifaq a Lîbiyê” dewleta yasayî li Lîbiyê ye.
Her di vê civînê de Adil El-Cubeyr gelaleya “Aşîtiya Erebî” ya tevî Îsra’îlê nirxand û ragehand ku, serbarê vê ku serokwezîrê Îsra’îlê razîbûna xwe li hember vê gelaleyê nîşan daye, lê hêz zû ye ku em bizanin dewleta Îsra’îlê çi qas micit e di vê derheqê de.
Adil El-cubeyr herweha anî ziman ku bûyerên ku di herêmê de diqewimin, vê yekê diselimînin ku welatên Kendawê, pêpikên herî qahîm di herêmê de ne.