۱۳۹۵/۰۳/۱۷


Du fermanderên payebilind yên rejîma Îranê di Helebê de hatine kuştin


Du fermanderên payebilind yên rejîma Îranê di Helebê de hatine kuştin 

Kurdistanmedia: Di şer û pevçûnên duh yên di navbera hêzên Cêyş El-Feth û hêzên hevalbendên Beşar Esed de, du fermanderên payebilind yên Spaha Quds a rejîma Îranê, hatine kuştin.
Li gor nûçegihaniyan, roja 4’ê Hezîrana 2016’an, di bajarê Helebê de di navbera girûpa Ceyş El-Feth û hêzên Beşar Esed û hevalbendên wî de şer derket, û di encama wî şerî de jî, du fermanderên payebilind yên ser bi Spaha Quds a ser bi rejîma Îranê, hatine kuştin, û hejmareke din ji endamên Spaha Qudsê jî her di wî şerî de bi dîl hatine girtin.


Herwiha navê wan du leşkerên Îranê wiha hatiye ragehand: Cehangîr Ce’iferniya yek ji fermanderên ser bi hêza taybet a Spaha Quds û herwiha leşkereke din jî bi navê Mihemed Zolfî, ku hatiye kuştin, û tu zanyariyek derbarê pile û paya wî de, li ber dest nîne.

Li gor nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê, fermanderekî din yê hêza taybet a taya 16 a ser bi Spaha Quds bi navê Leşker Gîlan jî di nav kuştiyan de ye.

Herwiha li gor Ajansa Mafê Mirovan a Sûriyê, hindek girûpên çekdar yên Îslamî di Sûriyê de, êrîşan dikin ser binke û baregehên hêzên dewlata Sûriyê, û hevalbendên Beşar Esed di parêzgeha Helebê de, û heriwah di wan êrîşan de derbên giran li hêzên Beşar Esed û hêza Quds a reîma Îranê xistine.