۱۳۹۵/۰۳/۱۷


8 terorîstên Behrêynî ku ber bi Îranê ve direviyan hatine destbiserkirin


8 terorîstên Behrêynî ku ber bi Îranê ve direviyan hatine destbiserkirin

Kurdistanmedia: Hêzên taybet yêna peravên Behrêynê, karîn ku 8 kesên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê destbiser bikin, ku di emeliyateke darêtî de, dixwestin ber bi Îranê ve birevin.
Dewleta Behrêynê ragehand ku, ew 8 kes bi tawana kiryarên terorîstî bi cezaya hepsê hatibûn mehkûmkirin, û dixwestin ku ber bi Îranê ve birevin, lê di dema reviyanê de, û li peravên Behrêynê, di belemekê de hatin destbiserkirin.


Wezareta Navxwe ya Behrêynê ragehand ku du kesên Behrêynî bi navên “Sadiq Mekî El-Casim” û herweha “Sadiq El-Haykî” pilana reviyana wan 8 kesan darêtine.

Malpera El-Erebiye ji zimanê Wezareta Navxwe ya Behrêynê ve ragehand ku Sadiq Mekî El-Casim çaxê xwe bi cezaya 10 sal hepsê hatiye mehkûmkirin, lê navbirî ber bi Îranê ve reviya û niha li Îranê dimîne, û herweha Sadiq El-Haykî jî bi hepsa hetahetayî hatiye mehkûmkirin, û navbirî jî ber bi Îranê reviya, û niha li Îranê dimîne.

Navê wan 8 kesan bi vî awayî hatiye belavkirin:

1- Hesen Elî Mensûr ku bi 10 sal hepsê hatiye mehkûmkirin
2- Husên Mihemed Husên ku bi 15 sal hepsê hatiye mehkûmkirin
3- Elî Mêhdî Hesen ku bi 10 sal hepsê hatiye mehkûmkirin
4- Mistefa Ebdul’ezîz Fitîl ku qaçax bûye û hêj nehatiye destbiserkirin
5- Seyîd Ela Mêysem ku bi 10 sal hepsê hatiye mehkûmkirin
6- Husên Elî Hesen Mensûr ku bi 10 sal hepsê hatiye mehkûmkirin
7- Mihemed Elî Ce’fer ku bi 10 sal hepsê hatiye mehkûmkirin
8- Elî Mihemed Salih ku bi 10 sal hepsê hatiye mehkûmkirin

Hatiye ragehand ku digel wan 8 kesan, xwediyê belemê û herweha cîgirê wî jî hatine binçavkirin û herweha di belemê de dest bi ser hejmareke kartên pênas, pere, hejmarek Mobayl, kincên lixwekirinê û herweha dezgehek “GPS”ê, hatiye girtin.

Her di vê derheqê de Jiniral “Şêx Raşid Bin Ebdulla Alê Xelîfe” Wezîrê Navxwe yê Behrêynê civîneke bilind ya ewlekariyê li welatê xwe pêk anî, da ku lêkolînê li ser şêweya revîna 17 girtiyên din di girtîgeha “El-Hoz El-Caf” de bike, ku roja Înê reviyane.

Wezareta Behrêynê di vê derheqê de jî ragehand ku, 11 kes ji girtiyên reviyayî û herweha 5 kesên din jî ku hêsankariyên reviyanê ji wan re kiribûn, hatine destbiserkirin.