۱۳۹۵/۰۲/۱۹


Rêkevtina di navbera Tirkiye û YE de hêla jî sernegirtiye


Rêkevtina di navbera Tirkiye û YE de hêla jî sernegirtiye

Kurdistanmedia: Wisa dixuye ku ew rêkevrina di navbera YE û Tirkiyê de, bi sedema bicihneanîna şert û mercên YE ji aliyê Tirkiyê ve berbirûyê kêşeyan bûye. 
Erdoxan serkomarê Tirkiyê rû li YE ragehand ku li hemberî dana mafê sefera bê vîze ya hemwelatiyên me bo welatên di çarçoveya “Şinginê” de, em reformê di yasayên xwe yên dijî terorê de pêk nahînin.


Navbirî ku axivtinên wî bi awayekî zindî ji televîzyona dewletî ya Tirkiyê ve dihate weşandin, ragehand: “Emê riya xwe de herin, û hûn jî di riya xwe de herin”. 

çavdêrên siyasî li ser vê baweriyê ne ku ew axivtinên navbirî nîşana hebûna xemsariyan û micidnebûna Tirkiyê ye, di cîbicîkirina vê rêkevtinê de, jiber ku Tirkiye di guherîna yasaya dijî terorê de serhişkiyan dike, û li ser vê baweriyê ye ku ew aliyên ku niha digel arteşa Tirkiyê di hale şer de ne, terorîst in.

Lê yek ji mercên YE bona dana mafê sefera bê vîze bo welatên di çarçoveya Şinginê de, bidawîanîna şer û tundûtîjiyan di hemberî neyarên xwe de ye, ku ew girûp jî Kurd in, û bo maf û azadiya xwe xebatê dikin.

Lê xaleke din ya girîng cuda ji vê rêkevtinê, endametiya Tirkiyê ye di YE de, ku yek ji şertên bi endamwergirtina Tirkiyê bo YE, çareseriya pirsa Kurd e, ku Tirkiyê ne tenê tu pêngavek di vî warî de hilnegirtiye, belkû cîhan şahidê zetx û serkuta bê rehmane ya hikûmeta Tirkiyê li dijî Kurdan e.

Girûpên ser bi mafên mirov jî radigehînin ku Tirkiye ji yasayên dijî terorê, bona serkuta rexnegiran, rojnamevanan û akademîsyenan mifahê werdigre.