Piştî nimêja Înê li Tehranê meşeke nerazîbûnê bi rê ve çû
Kurdistanmedia: Piştî nimêja Înê ya Tehranê, li ser şêweya dana wama zewicînê bi ciwanan meşeke nerazîbûnê hate lidarxistin.
Meşvanan bi bilindkirina pilakardan û bi dana diruşman, ji dewletê daxwaz kirin ku di şêweya dana wama zewicînê de, guhertinan pêk bînin, û di hemberî kiryara bankan de jî dijkiryarê ji xwe nîşan bidin.

Li ser yek ji tabloyan hatibû nivîsandin, ku serbarê vê ku bank xwediyên çavkaniyên malî ên berfireh in, lê amade nînin ku wamê bidin.
Hinek ji rexnegiran li ser vê bawerê ne ku wamên 60 milyonî didin birêvebr û perpirsyarên payebilind, lê wama zewacê bo ciwanên welat tenê 3 milyon e.
Xelkê nerazî li Tehranê de, îşare bi vê jî kirin ku niha 450 hezar kes li benda wergirtina wama zewacê de ne, lê ew bankên ku bi perê xelkê, bi rê ve dicin, di dana van waman de karşikênî û xemsariyê dikin.